Mesûr Barzanî sersaxî li malbata şêwekar Îsmaîl Xeyat kir

Mesrûr Barzanî: Îsmaîl Xeyat bi salên dirêj bi riya hunera xwe gelek xizmet ji doza Kurd û Kurdistanê re kir

20 Cotmeh 2022 - 12:03
20 Cotmeh 2022 - 12:03
 0
Mesûr Barzanî sersaxî li malbata şêwekar Îsmaîl Xeyat kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî di peyamekê de sersaxî li malbata şêwekarê navdar ê Kurdistanê Îsmaîl Xeyat kir û ragihand, Îsmaîl Xeyat bi salên dirêj bi riya hunera xwe gelek xizmet ji doza Kurd û Kurdistanê re kir.

Deqa peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê:

Bi xemginiyeke mezin me nûçeya koça dawî ya hunermend Îsmaîl Xeyat bihîst, Îsmaîl Xeyat yek ji hunermendên herî bi ezmûn û navdar di warê şêwekariyê de bû ku salên dirêj bi riya hunera xwe gelek xizmet ji doza Kurd û Kurdistanê re kir û arşîveke mezin a tablo ji me re hîşt. Ji ber wê bi koça dawiyê ya Îsmaîl Xeyat Kurdistan, hunera şêwekariyê li Kurdistanê hunermendekî mezin ji dest da.

Pirse û sersaxiyê li malbata wî ya birêz dikim û hevbeşê xema wan im. Xwedê giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyan.

Ev nûçe bi tevahî 483 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:48:47