Li Minbicê teqîn

Duh Sêşemê otombîlek li navenda bajarê Minbicê ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye, teqiya.

26 Avrêl 2023 - 04:38
26 Avrêl 2023 - 04:38
 0
Li Minbicê teqîn

Li gor zanyariyan, otomobîl ji corê Jeep bûye û li nêzîkî goristana Şêx Eqîl a li ser rêya meydana Şehîdan a li Minbicê teqiyaye.

Piştî teqînê agir bi otomobîlê ket û bi temamî şewitî, herwiha dûkelek reş li cihê teqînê ber bi esmanê bajêr ve bilind bû.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî bûyerê daxuyanî da û ragihand, mayînek bi erebeyê ve teqiyaye û di encamê de tenê ziyanên madî çêbûne û ti zirarên canî nînin.

Her duh droneke Tirkiyê li başûrê bajarê Kobanî otomobîlek kiribû armanc û di encamê de şervanekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jiyana xwe ji dest dabû.

Ev nûçe bi tevahî 1209 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:19:31