Li Şarbajêr welatiyek ji aliyê Supaya Pasdaran ve hat kuştin

Supaya Pasdaran a Îranê teqe li sê welatiyên nişteciyên nahiya Basnê ya ser bi qezaya Şarbajêr a parêzgeha Silêmaniyê kirin û di encamê de welatiyek hat kuştin û du kes jî birîndar bûn.

28 Cotmeh 2022 - 12:02
28 Cotmeh 2022 - 12:02
 0
Li Şarbajêr welatiyek ji aliyê Supaya Pasdaran ve hat kuştin

Qaymeqamê Qezaya Şarbajêr Şaho Usman îro Înê 28ê Cotmeha 2022yan ji Kurdistan24ê re ragihand, sê welatiyên li nahiya Basnê ji bo taziyê diçin gundê Merwê û ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve teqe li wan hatiye kirin û di encamê de yek ji wan canê xwe ji dest da û du kes jî birîndar bûn.

Herwiha Peyamnêrê Kurdistan24ê jî eşkere kir, navê welatiyê ku canê xwe ji dest daye, Dastan Resûl e û yek ji birîndaran jî bavê wî ye.

Gundê Merwê ser bi nahiya Sîweyl a li qezaya Şarbajêr a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ye û hevsînorê navbera Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê ye.

Ev nûçe bi tevahî 350 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:25:03