Li Semsûrê bi hêza 4,4 pile erdhejekê rûda

Li navçeya Çîlikan a ser parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,4 pile, erdhejeke nû rûda.

4 Adar 2023 - 03:59
4 Adar 2023 - 03:59
 0
Li Semsûrê bi hêza 4,4 pile erdhejekê rûda

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, îro li navçeya Çîlikan a ser bi parêzgeha Semsûrê, bi hêza 4,4 pile erdhej qewimî.

Herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 08:27 xulekan de û 7 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 45 hezar kesan canê xwe ji dest dane.

Ev nûçe bi tevahî 516 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:31:29