Li Serê Kaniyê cendirmeyan welatiyek kuştin

Li navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê bi guleyên leşkerên Tirkiyê li ser sînor kesk hat kuştin û yek jî birîndar bû

30 Tebax 2022 - 05:19
30 Tebax 2022 - 05:19
 0
Li Serê Kaniyê cendirmeyan welatiyek kuştin

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 29ê Tebaxê li navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê li ser sînorê hevbeş, dema welatiyekî Sûrî dixwest derbasî aliyê din ê sînor bibe, cendirmeyên Tirkiye ew gullebaran kirin.

Di encama gulebaranê de de wî kesî xwe ji dest da, herwiha welatiyekî din jî birîndar bû.

Ji destpêka 2022ê û heta niha 15 welatiyên Sûrî bi gulleyên cendirmeyên Tirkiye li ser sînorê hevbeş hatine kuştin di nav wan de 3ê zarok hene, herwiha 24 welatiyên din jî birîndar bûne.

Ev nûçe bi tevahî 734 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:49:44