Li Sêrtê cerdevanan li hev dan: Kuştî û birîndar hene

Li navçeya Berwarî ya Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ni navbera cerdevanan de pevçûn derket û li li gorî zanyariyên destpêkê 2 kes hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûne

25 Hezîran 2022 - 03:47
25 Hezîran 2022 - 03:47
 0
Li Sêrtê cerdevanan li hev dan: Kuştî û birîndar hene

Li gundekî parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê di navbera cerdevanan de şer derket û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku cerdevanên gundê Sanohê çûne gundê Bestanê û ji ber sedema erd di navbera wan de nîqaş derketiye.

Piştî nîqaşê şerê çekdarî derket û li gor zanyariyan 5 cerdevan hatine gulebarankirin û 2 ji wan hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.

Gelek cendirme û tîmên tendirustiyê çûne cihê bûyerê û kesên ku di pevçûnê de birîndar bûne bi ambulansan rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Hat diyarkirin ku li deverê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê hatine girtin.

Cerdevan kurd in û li dijî PKKê hatine çekdarkirin.

Ev nûçe bi tevahî 929 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:26:58