Li Wanê bûyera trafîkê: 4 kes birîndar bûn

Li navçeya Elbakê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê barhilgireke plaka wê Îranî û kamyonekê li hev dan û di encam de 4 kes birîndar bûn ku yek ji wan welatiyê Îranê ye.

10 Berfanbar 2022 - 07:37
10 Berfanbar 2022 - 07:37
 0
Li Wanê bûyera trafîkê: 4 kes birîndar bûn

Îro 10ê Kanûna 2022ê li ser rêya navçeya Elbakê û Wanê kamyonek û barhilgireke plaka wê Îranî li hev dan û di encam de 4 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî û agirvemirandinê bo cihê bûyerê hatin şandin û kesên birîndar ji cihê ku asê mane hatine rizgarkirin.

Herwiha 4 kesên birîndar ku yek ji wan welatiyê Îranê ye piştî midaxeleya destpêkê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê hatin veguhestin.

Ligel destpêkirina hewaya sar û barîna berfê li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê çûnûhatin jî zehmet bûye û qeşaya ser rêyan gelek caran dibe sedema bûyerên trafîkê.

Ev nûçe bi tevahî 626 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:33:51