Mesrûr Barzanî: Perwerde baştirîn veberhênan e ku em di gencên xwe de bikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekezî li ser giringiya sektora perwerdeyê kir ku weke karekî pêşîne yê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 10/ 12/ 2022an ligel Seroka Hungaryayê Katalin Novak di merasimekê de Dibistana Melso ya Navdewletî li qezaya Enkawa ya ser bi Hewlêrê ve vekir û gotarek pêşkêş kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de piştevaniya hikûmeta xwe bo zêdetir kûrkirina pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê dubare kir û got jî: Herêma Kurdistanê bûye penageha Xiristiyan û Êzdiyên ku ji ber metirsiya terorê ji Deşta Neynawayê reviyane.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn jî, Herêma Kurdistanê pêşwaziya zêdetir ji du milyon welatiyên Iraq û Sûriyê kiriye, ew parastine û cihê jî ji wa re dabîn kirine ku ev pêngav bêyî piştevaniya civaka navdewletî jî bi zehmet bi nav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya amadebûna Seroka Hungaryayê Katalin Novak kir û got, Hungarya yek ji wan welatan bûye ku hertim alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de.
Serokwezîr di beşeke din a gotara xwe de behsa Enkawayê kir ku bûye civakeke geş ji bo pêkvajiyanê û bûye mînaka belavkirina pêkvejiyana aştiyane ku ev jî cihê şanaziyê ye.
Di derbarê vekirina Dibistana Melso ya Navdewletî de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa rol û alîkariya hikûmeta Hungaryayê kir û tekezî li wê yekê kir ku giringîdan bi sektora perwerde, ji karên pêşîne ya vê kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo avakirina welatekî bihêztir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştgiriya xwe ya tam ji bo her pêngavek ji bo pêşdebirina sektora perwerdeyê dubare kir û xweşhaliya xwe nîşan da ku berî du rojan, beşdarî di merasima danîna kevirê bingehîn a Zanîngeha Navnetewî ya Brîtanî li Hewlêrê bû.
Di derbarê girîngiya zanist û perwerdeyê de jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku zanist û perwerde motor û bingeha pêşketina welatê me ye ji bo çûna ber bi paşerojeke baştir ve.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, giringîpêdana bi perwerdeyê baştirîn veberhênan e ku di gencên xwe de encam bidin, ji bo bi awayekî perwerde bikin ku bikarin di bazarên karê navxw û derve de hevrikiyê bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amaje bi damezirandina Desteya Bawerdayîna bi Saziyan û Bernameyên Perwerde û xwendina Bilind li Herêma Kurdistanê kir, weke yek ji pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir giringîpêdan bi sektora perwerdehiyê û bilindkirina asta zanistî ya saziyên perwerdeyê li Herêma Kurdistanê.
Di dawiya gotara xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Seroka Hungaryayê kir ku welatê wê di vekirina vê dibistanê de piştevan bûye.
Nûvekirina herî dawî: 11:43:19