Li Wanê qeza: Miriyek û 11 birîndar

Li navçeya Elbakê ya Wanê minibûs û kamyonet li hev qelibîn û di qezayê de kesek mir û 11 kes jî birîndar bûn.

13 Îlon 2023 - 04:29
13 Îlon 2023 - 04:29
 0
Li Wanê qeza: Miriyek û 11 birîndar

Li ser Wan-Colemêrgê minibûsa bi plakaya 65 FD 268 û kamyona bi plakaya 41 LU 349 a ku navê ajokarên wan nehatiye zanîn li hev qelibîn.

Kesên li ser agahdarkirina kesên derdorê tîmên UMKE, tendurisî îtfaiye û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest de û 11 kes jî birîndar bûn.

Birîndar piştî midaxeleya ewil bi ambulansan birin nexweşxaneyan.

Rêya ku demekî girtî ma piştî rakirin minibûs û kamyonet hat vekirin.

Ev nûçe bi tevahî 750 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:23:54