Li Xaneqînê kur û dayîkek hatin kuştin

Li bajarokê Xaneqînê, îro înê danê sibê kur û dayîkek li mala xwe bi gulleyan hatin kuştin.

26 Tebax 2022 - 09:26
26 Tebax 2022 - 09:26
 0
Li Xaneqînê kur û dayîkek hatin kuştin

Jêderekî ji asayîşa Xaneqînê ji Kurdistan24ê ragihand, bûyer îro danê sibê di demjimêr 05:45 xulekan de rûdaye.

Li gor zanyariyên jêderê Kurdistan24ê, encamderê vê tawanê reviyaye û hîn nayê zanîn ku sedem çi bûye.

Hêzên ewlehiyê gihîştine cihê bûyerê, belgeyên tawanê hatine hilgirtin û termên kuştiyan bo bijîşka dadwerî hatine veguhestin.

Polîsan dest bi lêpirsîna bûyerê kirine û gotinên kesûkarên kuştiyan werdigrin.

Navê xortê ku hatiye kuştin, Umer Azad e û 27 salî ye û temenê dayîka wî jî 54 salî y

Ev nûçe bi tevahî 591 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:42:23