Li Xurmatû li hemberî YNK'ê êriş

Li navçeya Xûrmatû duh derengê şevê li hemberî ofîsa YNK'ê ji hêla milîsê Heşdî Şabî yên Tirkmen ve gûle hat reşandin.

14 Cotmeh 2017 - 04:13
14 Cotmeh 2017 - 04:13
 0
Li Xurmatû li hemberî YNK'ê êriş

Derengiya şeva borî çekdarên Heşda Şeibî xwastin li Xurmatû aloziyê çêbikin. Li ser vê mijarê, fermandeyekî Pêşmerge got, çekdarên Heşda Şeibî fîşek avêtin taxên ku Pêşmerge û avahiyên YNKê tê de ne lê me bersiva wan neda.

Endamê Encumena Parêzgeha Selahedînê, Mela Hesen di daxuaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Ji êvariya roja Înê 13ê Cotmeha 2017ê ve du narincok bo nava taxên Kurdî yên Xurmatoyê hatine avêtin û niha jî teqe li baregeha Melbenda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) tê kirin.”

Mela Hesen ku hevdem berpirsekî YNKê li Xurmatoyê ye, da xuyakirin: “Teqe ji aliyê Heşda Tirkmenî ve û bi arasteyeke bilind ve tên kirin û ew teqe zêdetir bo çêkirina aloziyan e.”

Wî berpirsî herwiha diyar kir: “Heta niha bersiva teqekirinên Heşda Tirkmenî nehatiye dan.”

Wî fermandeyê Pêşmerge her wiha got, ew dixwazin aloziyê derxînin û me bikşînin nav şer lê me heta demek dirêj xwe girt, paşê hinek welatiyan bersiva wan dan.

Ev nûçe bi tevahî 1113 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:17:54