Mazlûm Ebdî: Divê pirsgirêkên Sûriyeyê bi rêya siyasî werin çareserkirin

Fermandarê Giştî yê HSDyê destnîşan kir ku divê pirsgirêkên Sûriyeyê bi rêyeke siyasî werin çareserklirin.

20 Îlon 2024 - 07:15
20 Îlon 2024 - 07:15
 0
Mazlûm Ebdî: Divê pirsgirêkên Sûriyeyê bi rêya siyasî werin çareserkirin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi fermandarên hêzên bi navê Ceyş El-Suwar û Hêzên Demokratîk ên Bakur re civiya.

Mazlûm Ebdî tekezî li ser wê yekê kir ku divê krîza Sûriyeyê bi lihevkirineke siyasî çareser bibe û hêzên niştimanî û demokrat bi diyalogê krîzê çareser bikin.

Di hevdîtinê de Mazlûm Ebdî bal kişand ser rewşa Idlibê ku gelek kes piştî êrişên Tirkiyeyê û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê ji wir koçber bûne.

Mazlûm Ebdî amadebûna xwe ya diyaloga bi hemû aliyan re nîşan da.

Di dawiya civînê de fermandar û endamên Ceyş El-Suwar û Hêzên Demokratîk ên Bakur raporên xwe yên xebatê pêşkêşî Fermandariya Giştî ya HSDyê kirin.

Ceyş El-Suwar û Hêzên Demokratîk ên Bakur amadekariya xwe ya ji bo parastina herêmê ya li hemberî êrişan nîşan da.

 

Ev nûçe bi tevahî 611 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:39:37