Mesrûr Barzanî peyama Kurdistanê radighîne Amerikayê

Şandek herêma Kurdistanê bi Serokatiya Şêwirmendê Civata Asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Amerîkayê dike.

14 Gulan 2017 - 03:23
14 Gulan 2017 - 03:23
 0
Mesrûr Barzanî peyama Kurdistanê radighîne Amerikayê

Şêwirmendê Civata Asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, digel Serokê Dîwana Serokatiya herêma Kurdistanê Fuad Husên û Nûnera hikumeta herêma Kurdistanê li Waşingtonê Beyan Samî Ebdulrehman çendîn hevdîtinan li Koşka Spî, Wezareta derve, Wezareta bergirî, Civata Asayîşa Neteweyî û Kongresê dibe. Rewşa herêma Kurdistanê, siberoja pêwendiyên Kurdistanê û 'Iraqê û pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê digel berpirsên pileblind ên Amerîkayê gotubêj dikin

Herweha dezgeha binav û deng a The Heritage Foundation li Waşingtonê , semînarek taybet ji bu Mesrûr Barzanî rêk dixe, ku tê de nerîna Kurdistanê derbarê Iraqê piştî şerê DAIŞ û rizgarkirina Mûsilê berçav dike.

Ev yekem serdana Mesrûr Barzanî ji bu Amerîkayê ye, piştî destbikarbûna Serokê Amerîkayê Donald Trump. Piştî ku li meha Berçile ya sala borî şandek bilind a herêma Kurdistanê bi Serokatiya Mesrûr Barzanî çendîn hevdîtinên giring li Waşingtonê endam da û digel Cîgirê Serokê Amerîkayê, herweha çend rayedarên pileblind ên Kongresê û Wezareta derve civiyan.

Ev nûçe bi tevahî 1263 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:23:18