Firokeyên Tirkiyê gundên Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin

Firokeyên şer ên Tirkiyê gundên Keşan û Şilînê yên ser bi bajarokê Batîfayê yê parêzgeha Duhokê bombebaran dikin.

14 Gulan 2017 - 03:17
14 Gulan 2017 - 03:17
 0
Firokeyên Tirkiyê gundên Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin

Berpirsê hêzên parastina sînorî Dilêr Ferzende ji Rûdawê re ragihand, îşev di saet 21:15an de firokeyên şer ên Tirkiyê derdora gundên Keşan û Şilînê bombebaran kirin.

Piştî bombebaranê çi zirar û ziyan derketine holê, hêj ne diyar e.

Welatiyekî niştecihê bajarokê Batîfa yê bi navê Nizar Mecîd ji Rûdawê re ragihand: “Ji êvarê ve dengê bombebaranên firokeyan ji gundên derdora Batîfayê tên. Xelk jî ji ber bombebaranê ditirsin.”

Bajarokê Batîfa dikeve rojhilatê Zaxoyê û li gel Bakurê Kurdistanê hevsînor e.

Ev nûçe bi tevahî 1740 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:47:40