Mistefa Kazimî daxuyaniyek belav kir

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di daxuyaniyekê de li ser xwepêşandanên duh ên alîgirên Tevgera Sedr li Bexdayê ragihand ku bûyerên Iraqê nakokiyên siyasî ne.

29 Tîrmeh 2022 - 03:48
29 Tîrmeh 2022 - 03:48
 0
Mistefa Kazimî daxuyaniyek belav kir

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî êvara roja pêncşemê bang li aliyên siyasî kir ku rewşa welatê me tê de têbigihêjin.

Herwiha Kazomî got: "Ev nakokî dê bandorek neyînî li ser aramî û lihevhatina civakî bike. Hikûmetê berjewendiyên giştî daniye pêşiya berjewendiyên taybet.’’

Peyama Kazimî di demekê deye piştî xwenîşanderên tevgera Sadr roja Çarşemê astengên betonî li ber Zona Kesk li ber hêzên ewlekarîyê rakirin.

Xwepêşander piştre derbasî salona pêşwaziyê ya serokatiyê bûn û piştre derbasî avahiya parlamentoya Iraqê bûn û dest danîn ser avahiya parlementoyê. Li ser banga Muqteda Sedr alîgirên wî ji parlementoyê vekişiya bûn.

Ev nûçe bi tevahî 1156 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:38:11