Iraqê topavêjeke nû ceriband

Desteya Pîşesaziya Şer a Iraqê ragihand, bi amadebûna hejmarek serkirde û teknîsyenên serbazî, ceribandinek ji bo yekem topavêja ku li Iraqê hatiye çêkirin, hat encamdan

29 Tîrmeh 2022 - 03:50
29 Tîrmeh 2022 - 03:50
 0
Iraqê topavêjeke nû ceriband

Serokê Desteya Pîşesaziya Şer a Iraqê Mihemed Sahîb El Deracî bi daxuyaniyekê ragihand: “Kargehên me 'Topajêva Bersivdanê' weke yekem berhema pîşesaziya serbazî ya serkeftî berhem anîn û îro hat ceribandin.”

Mihemed Sahîb El Deracî eşkere kiriye, ev topavêj nimûneya pêkhate û cûreya D30 ya cîhanî ye, 20 topavêj ji aliyê Desteya Pîşesaziya Şer a Iraqê ve hatine çêkirin û ji aliyê Rêveberiya Pişkinînê ya ser bi Wezareta Berevaniyê ve hat qebûlkirin.

Herwiha dibêje: “Ev pêngava Desteya Pîşesaziya Şer a Iraqê dê bandorê li ser dabînkirina seqamgîriya asayîşê bike û herwiha bandora wê li ser aboriya kirîna van cûre topavêjan heye.”

Ev nûçe bi tevahî 741 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:07:02