NY: Li Efrînê agirbest tê binpêkirin

Berpirsê Alîkariya Mirovî ya Netewên Yekbûyî Panos Moumtzis di axaftina xwe de ragihand ku nêzî 10 roj bi ser agirbesta Sûriyeyê de derbas bûn, lê hê jî agirbest bi cih nehatiye.

5 Adar 2018 - 03:24
5 Adar 2018 - 03:24
 0
NY: Li Efrînê agirbest tê binpêkirin

Rêvebirê NYê Panos Moumtzis di axaftina xwe de got: "Hefteyek bi ser biryara agirbesta Netewên Yekbûyî re derbas bûye, lê hê jî agirbest li Sûriyê nehatiye bicîhkirin û gûmanên wan derbarê parastina bi mîlyonan sivîlan de berdewam dike."

Panos Moumtsiz di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gor raportan, Tirkiye li Efrînê yasayan binpê dike. Heta ku şer û pevçûn berdewam bikin, ew nikarin alîkariya mirovî bigihînin deverên alozî lê heye."

Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi armanca gihandina alîkariya mirovî û derxistina birîndar û nexweşan di roja 24ê Sibatê de biryara agirbestê ji bo 30 rojî li seranserî Sûriyeyê dabû.

Ev nûçe bi tevahî 1779 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:11:42