Parêzgariya Meletiyê bilançoya erdhejê eşkere kir

Parêzgariya Meletiyê ragihand ku ji ber erdhejê li bajêr heya niha hezar û 386 kesan canê xwe ji dest dane û 6 hezar û 444 kes jî birîndar bûne.

15 Sibat 2023 - 02:33
15 Sibat 2023 - 02:33
 0
Parêzgariya Meletiyê bilançoya erdhejê eşkere kir

Piştî erdhejên bi mezinahiya 7,7 û 7,6ê ku navend Meraş e û li 10 bajaran bandor kir, Parêzgariya Meletiyê der barê rewşa li bajêr de daxuyanî da.

Di daxuyaniya Parêzgariya Meletiyê de hat diyarkirin ku ji ber erdhejê li bajêr heya niha hezar û 386 kes mirine û 6 hezar û 444 kes jî birîndar bûne.

Parêzgariya Meletiyê destnîşan kir li bajêr hezar û 154 avahî hilweşiyane û 7 hezar û 129 avahiyên xisar dîtine hatine tesbîtkirin.

Duh Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî civîna kabîneyê ragihand ku hejmara kesên ku li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di erdhejê de canê xwe ji dest dane bo 35 hezar û 418 kesan zêde bûye û 105 hezar û 505 kes jî birîndar bûne.

Ev nûçe bi tevahî 836 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:30:32