PKKê êrîşî Pêşmerge kir
Qaymeqamê Navçeya Amêdiyê Warşîn Selman eşkere kir, li Kanî Masê, PKKê êrîşî hêzên Pêşmerge kir.

Qaymeqamê Navçeya Amêdiyê Warşîn Selman eşkere kir, li Kanî Masê, PKKê êrîşî hêzên Pêşmerge kir û pêşmergeyek birîndar bû.
Warşîn Selman ragihand, li nahiya Kanî Masê çekdarên PKKê êrîşî hêzên Pêşmerge kir û di encamê de pêşmergeyek birîndar bû.
Li ser êrîşên çekdarên PKKê, Parêzgarê Duhokê Elî Teter daxuyaniyek belav kir û ragihand, bûye demek PKK karên îftîzazî li Herêma Kurdistanê dike.
Daxuyaniya Parêzgarê Duhokê wiha ye:
Îro danê êvarê 26ê Gulana 2022yan di encama êrîşeke PKKê de bo ser cihê seyranê yê li devera Bamernê ya li qezaya Amêdiyê mixabin du zarok şehîd bûn û zarokek jî birîndar bû.
Demek e çekdarên PKKê bi karên îftîzazî li nav Herêma Kurdistanê radibin û bizava têkdana tenahî û rewşa aram a wê dikin. Di nav çend rojên derbasbûyî de PKK ev çendîn bizav û kiryarên têkderane li Herêma Kurdistanê encam dan, weke êrîşkirina ser wêstgehên medyayê û cihên sivîl û xalên Pêşmerge û sazî û dezgehên sivîl û xizmetguzariyên Herêma Kurdistanê.
Em vê tevgera ne Kurdane ya PKKê bi hemû rengî protesto û şermezar dikin ku bivazê dikin şerê xwe veguhêzin nav gund û bajarên Herêmê¸û bi vî rengî şikest û feşela xwe ya leşkerî û siyasî perdepûş bikin.
Di encama zordariya PKKê û siyaseta wê ya çewt de nêzîkî 330 gundên parêzgeha Duhokê hatine valakirin û xelkê wan gundan zêdetirî 30 sal in ji gundên xwe bêpar mane û qurbaniyên îro jî ji wan gundan in ku di encama siyaseta PKKê de, ev zêdetirî 30 sal in gundê xwe vala kirine.
Nûvekirina herî dawî: 13:26:13