YE: Em ji bo alîkariya asayîkirina rewşa Şingalê amade ne

Yekîtiya Ewropayê (YE) amadebûna xwe ji bo alîkariya proseya asayîkirina rewşa Şingalê nîşan da.

27 Gulan 2022 - 03:31
27 Gulan 2022 - 03:31
 0
YE: Em ji bo alîkariya asayîkirina rewşa Şingalê amade ne

Şandeke Yekîtiya Ewropayê ji welatên cîranên Iraqê daxwaz kir, destê xwe di karûbarên navxwe yên Iraqê de wernedin û herwiha amadebûna Yekîtiya Ewropayê ji bo asayîkirina rewşa navçeya Şingalê û alîkariya ji bo vegera awareyan bo cih û warê xwe, nîşan da.

Di civîneke çapemeniyê de Seroka Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya li Parlamentoya Ewropayê Nathalie Loiseau ku serokatiya şanda Yekîtiya Ewropayê bo Iraqê dike, got: “Mayîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, ji bo seqamgîriya navçeyê girîng e.”

Civîna çapemeniyê li avahiya Parlamentoya Kurdistanê û piştî civîna şanda mêvan ligel serokatiya parlamentoyê birêve çû, Nathalie Loiseau tekez kir, ji bo zalbûna bi ser metirsiyên terorê de, Yekîtiya Ewropayê piştevaniya xwe ji bo Iraqiyan didomîne.

Ev nûçe bi tevahî 487 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:25:37