Roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hat diyarkirin
Serokê Herêma Kurdistanê rojek ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê destnîşan kir.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab îro 26ê Adara 2023an ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê li gorî yasaya hejmara (1) a sala 2005an ya sererastkirî ku yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê ye, fermana lidarxistina hilbijartinên xule şeşemîn a Parlementoya Kurdistanê da.
Li gorî fermana Serokê Herêma Kurdistanê, roja 18/11/2023an wek roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatiye diyarkirin.
Di xala duyem a fermanê de hat: “Hemû aliyên siyasî pabend in ku hevkarî û hevahengiyê ligel Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê ji bo cîbicîkirina vê fermanê, gavên pêwîst bavêjin.”
Dilşad Şehab got: “Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê û hemû fraksiyonan dike ku lezê bidin pêngava dana baweriyê û aktîvkirina Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, ji bo ku di dema xwe ya yasayî de dest bi karên xwe bike.
Got jî: “Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaz ji hemû aliyên siyasî dike ku berjewendiyên Herêma Kurdistanê û mafên yasayî û destûrî yên gelê Kurdistanê di ser hemû berjewendiyan re deynin û kêşeyên li pêşiya sererastkirin û aktîvkirina komîsyonê bidin aliyekî.”
Nûvekirina herî dawî: 03:28:05