Serok Barzanî cejna Remezanê pîroz kir û bo Kurdistanê jî dua kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Remezanê peyamek belav kir.

25 Hezîran 2017 - 03:03
25 Hezîran 2017 - 03:03
 0
Serok Barzanî cejna Remezanê pîroz kir û bo Kurdistanê jî dua kir

Lêjneya Dîtina Heyvê ya Kurdistanê ragihand ku heyv hatiye dîtin ji ber wê jî sibê cejna Remezanê ye.

Bi vê helkeftê Serok Barzanî di peyamekê de cejna Kurdistaniyan bi taybet cejna malbatên şehîd û pêşmergeyan her wiha tevahiya karmendên dezgehên ewlehiyê pîroz kir.

Peyama pîrozbahiyê ya Barzanî wiha ye:

“Ez bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim. Her wiha ez pîrozbahiyeka germ li malbatên serfiraz yên şehîd û pêşmergeyên mêrxas û tevahiya karmendên dezgehên ewlehyê yên Kurdistanê dikim.

Ez ji Xwedayê mezin dixwazin rojî û ibadetên meha pîroz ya Remezanê li hemû misilmanan qebûl bike, piştevanê pêşmergeyên me yên mêrxas be û gelê me jî bigihîne armanca xwe û hemû nexweşiyan kuta bike.”

Ev nûçe bi tevahî 2336 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:04:46