DAIŞê bi topên hawanê êrîşî Xurmatûyê kir

Milîtanên DAIŞê bi topan êrîş birin ser bajaroka Qeretepe ya girêdayî bajarê Xurmatû yê Herêma Kurdistanê û di encamê de 2 hemwelatî hatin kuştin.

25 Hezîran 2017 - 03:33
25 Hezîran 2017 - 03:33
 0
DAIŞê bi topên hawanê êrîşî Xurmatûyê kir

Hat ragihandin ku şeva borî milîtanên DAIŞê bi topên hawanan êrîşî Qeretepe ya Xurmatûyê kirin.

Li gor nûçeya BasNewsê berdevkê qaymeqamtiya Xurmatûyê Mihemed Fayîq piştî êrîşê da xuyakirin, topeke hawanê li mala welatiyekî bi navê Loqman Hacî Ehmed Efendî ketiye û 2 keçên wî hatin kuştin.

Ev nûçe bi tevahî 1545 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:37:28