Serok Barzanî û Konsulê Rûsyayê rewşa Iraq û navçeyê gotûbêj dikin
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li konsulê nû yê Rûsyayê li bajarê Hewlêrê kir

Serok Mesûd Barzanî îro 6ê Îlona 2022an, pêşwazî li konsulê nû yê Rûsyayê li bajarê Hewlêrê Maksîm Robîn kir.
Di hevdîtinê de, gotûbêj derbarê pêşhatên dawiyê yên Iraq û navçeyê de hatin kirin.
Her di vê hevdîtinê de, behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de hatin kirin û tekezî li pêşxistina pêwendiyên dualî, bi taybet ên di warê aborî û xwendina bilind de hate kirin.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de, Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji konsulê nû yê Rûsyayê re di erk û karê wî de xwast.
Nûvekirina herî dawî: 06:55:07