Serok Barzanî: Karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî cihê şanaziyê ne

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 20emîn salvegera damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, peyameke pîrozbahiyê belav kir û rola mirovdostî ya dezgehê bilind nirxand.

5 Tebax 2025 - 10:54
5 Tebax 2025 - 10:54
 0
Serok Barzanî: Karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî cihê şanaziyê ne

Serok Barzanî doh 4ê Tebaxa 2025an di peyamekê de, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî serok, rêveber û karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de pêzanînên xwe ji bo rola mirovdostî û xêrxwazî ya dezgehê anî ziman û behsa karên wê yên di warê gihandina alîkariyan bo aware, lêqewimî, nexweş, bêkes û kesên hejar û kêmdahat de kir.

Di beşeke din a peyama xwe de Serok Barzanî da zanîn: "Erk û karê xwe bi awayekî hêja pêk anîne û cihê şanaziyê ne."

Serok Barzanî di dawiyê de destxweşî û spasiya xwe pêşkêşî dezgehê kir û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji wan re xwest.

Ev nûçe bi tevahî 12 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:18:16