SOHR: 3 zarok di êrîşeke artêşa Tirkiyê de birîndar bûn

Topxaneyên artêşa Tirkiyê gundekî rojavayê Minbicê kir armanc û di encamê de 3 zarok bi giranî birîndar bûn.

7 Îlon 2023 - 03:15
7 Îlon 2023 - 03:15
 0
SOHR: 3 zarok di êrîşeke artêşa Tirkiyê de birîndar bûn

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, duhî di encama topbarana artêşa Tirkiyê li ser gundê Tehne yê dikeve rojavayê Minbicê de, 3 zarok ji malbatekê bi giranî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneya Berkal a li bajarê Minbicê hatin veguhastin.

Di van çend dawîn de, li gelek eniyên rojhilat û rojavayê Minbicê yên di navbera Encûmena Leşkerî ya Minbicê û grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê de, şer û pevçûn derdikevin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, duhî danê sibê grûpên çekdar êrîşî gundê El-Bugaz li rojavayê Minbicê kir û piştî pevçûnên dijwar, Encûmena Leşkerî ya Minbicê ew êrîşî şikand.

Hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê du otombîlên komên êrîşkar armanc kirin û di encama teqandina wan de, 8 çekdar hatin kuştin, 13 çekdar birîndar bûn û 3 birîndar wek dîl hatin girtin.

Herwiha hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê li gundê Ereb Hesen ê li rojhilatê Minbicê droneke artêşa Tirkiyê xist xwarê.

Ev nûçe bi tevahî 732 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:43:37