Şêwirmendê Barzanî îddiaya radestkirina deriyê sînor derewand

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Hêmin Hewramî radestkirina deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîl bo hikûmeta Bexdayê derewand.

31 Cotmeh 2017 - 07:34
31 Cotmeh 2017 - 07:34
 0
Şêwirmendê Barzanî îddiaya radestkirina deriyê sînor derewand

Hêmin Hewramî li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê peyamek belav kir û got: "Nûçeyên ku dibêjin deriyê navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiye û Iraqê ve hatiye kontrolkirin bêbingeh in. Her wiha di berdevamiya daxûyaniya xwe de destnîşan kir, Sekreterê Sererkanê Artêşa Iraqê di serdaneke normal a kordînekirî de çû akademiyên Zaxo û sînorî û dûre ji wir çû di Silopiyayê re serdana 30 leşkerên iraqî kir û vegeriya."

Hemin Hawrami @heminhawrami

Reports of Iraqi & Turkish troops took over main crossing betwen KRG & Turkey is baseless.Normal coordinated visit By Iraqi General joints chief of staff w/ KRG counterpart to Border & Zaxo mil academy, then he crossed to visit the 30 Iraqi troops stationed in Slopi & retuned.

10:43 AM - Oct 31, 2017 55 Replies 4949 Retweets 9494 likes

Ev nûçe bi tevahî 1969 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:27:22