Wezîrê Derve yê Luksemburgê: Em hevkariyên xwe ji bo hêzên Pêşmerge didomînin

Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn ragihand, ew hevkariyên xwe ji bo hêzên Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de didomînin.

20 Hezîran 2023 - 15:34
20 Hezîran 2023 - 15:34
 0
Wezîrê Derve yê Luksemburgê: Em hevkariyên xwe ji bo hêzên Pêşmerge didomînin

Jean Asselborn ji Kurdistan24ê re ragihand: “Di civîna me de ligel Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî de, me behsa pêwendiyên navbera Yekîtiya Ewropayê û Herêma Kurdistanê kir.” Herwiha diyar kir: “Em hewl didin ku piştgiriya zêdetir ji bo Herêma Kurdistanê kom bikin.”

Asselborn diyar kir: “Me ligel Sefîn Dizeyî behsa pêwendiyên me yên ligel Herêma Kurdistanê kir, herwiha pêwendiyên Kurdistanê ligel Yekîtiya Ewropayê, em hemû wan kêşeyên xelkê Kurdistanê axivîn, em bi her awayî berdewam dibin di hevkarîkirina Pêşmerge li dijî DAIŞê de.”

Wezîrê Derve yê Luksemburgê eşkere kir: “Luksemburg welatekî Ewropî ye û em bi rêya xwe ve ji aliyê siyasî ve hewla wê yekê didin ku piştgiriya zêdetir ji bo Herêma Kurdistanê bo demokrasî û rêzgirtina li mafên mirovan kom bikin û ev jî ji bo me gelek girîng e.”

Ev nûçe bi tevahî 622 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:30:27