Ji Hêmin Hewramî daxûyaniya PKK û Şîngal: Rola Kurdistanê nîne

Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî derbarê vekişandina gerîlayên PKKê ji Şingalê de ragihand ku ti rola Herêma Kurdistanê têde nebûye.

26.03.2018, Pts - 06:10

Ji Hêmin Hewramî daxûyaniya PKK û Şîngal: Rola Kurdistanê nîne
Nuçe Belav bike

Endamê Serkirdayetiya PDKê Hêmin Hewramî ji Rûdawê re derheqê vekişandina PKKê ji Şingelê de wiha got: “PKK berî niha biryara xwe dabû ku beşeke gerîlayên xwe ji navçeya Şingalê vekişîne. Ev rêkeftin di navbera PKK, Iraq û Tirkiyê de bûye. Herêma Kurdistanê nebûye beşeke ji wê rêkeftinê û nabe jî.

Hêmin Hewramî tekez kir eger li cihên PKKê vala bike, Heşda Şeibî li wan deveran bicih bibe rewş dê ji berê aloztir bibe.

Li gorî daneyên ne fermî li Şingalê nêzîkî 2 hezar gerîlayên PKKê hene.

Li gorî daxuyaniyên vê dawiyê yên rayedarên Tirkiyê ne tenê PKK hedefa wan e, di heman de bi hinceta ku Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê alîkariya PKKê dike ew jî yek ji hedefa Tirkiyê ye.

Endamê Serkirdayetiya Arez Ebdullah jî ji Rûdawê re got: “Ez bawer nakim ku PKK ji ber gefên Tirkiyê ji Şingalê vekişe. Ev heyamekê bû Iraq ligel PKKê hevdîtin dikir daku bi awayekî dostane wê herêmê vala bike.”

Herêma Kurdistanê hewl dide peywendiyên xwe ligel Tirkiye asayî bike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh wiha axifî: “Me got emê bikevin Şingalê jî. Niha ji bo wir jî operasyonan dest pê kir. Di hundir de jî, li derve jî em dê dijî terorîstan têbikoşîn.”

Rêveberê bi wekalet ê Nahiyeya Sinûnê Xwêdeda Cokê di heman demê de yek ji fermandarên Heşda Şeibî yê li Şingalê ye, ji Rûdawê re got, gerîlayên PKKê ji Şingalê derketin û hêzeke mezin a artêşa Iraqê gihiştîne Şingalê û ligel Yekîneyên Berevaniya Şingalê (YBŞ) û li şûna PKKê, bicih bûne.

Koma Civaka Kurdistanê (KCK) ku weke sîwana rêxistinên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve tê naskirin, di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku gerîlayên PKKê dê Şingalê vala bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1364 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:55:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x