Li Êlih'ê di şerê çekdarî de kesek hat kuştin

Li Êlihê di şerê çekdarî de kesek hat kuştin.

30 Tîrmeh 2023 - 15:31
30 Tîrmeh 2023 - 15:31
 0
Li Êlih'ê di şerê çekdarî de kesek hat kuştin

Li ser Bûlwara Ataturkê du kes bezîn hev û wan şer kir.

Kesê ku nasnameya wî hîn nehatiye tesbîtkirin bi demançeyê gule berda Ferhat U.yê 22 salî.

Ferhat U. bi giranî birîndar bû û ambulansê ew rakir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Ciwanê 22 salî, li gel hemû midaxaleyan jî nehate rizgarkirin û wî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Êrişkar piştî bûyerê reviya, ji bo girtina wî xebatên polîsan dewam dikin.

Ev nûçe bi tevahî 730 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:46:09