Ji KCD û PAK'ê banga alîkariyê...

Di derbarê rûdana erdheja li Herêma Kurdistanê û Îranê de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) jî daxuyaniyek belav kir .

13.11.2017, Pts - 11:06 [ Güncellenme: 13.11.2017, Pts - 11:47 ]

Ji KCD û PAK'ê banga alîkariyê...
Nuçe Belav bike

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi helkefta erdheja şevê din a li Kurdistanê çe bû banga tevkariyê kir û ragihand ku “ewqas êş û wêranî û wendahiyan” dihêle ku kurd ji her demê bêhtir bi hev re têbikoşin û di nava tevkariyê de bin.

Her wiha KCD di beşeke din a daxuyaniyê de radigihîne: “Erdheja 7.3 ya li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê pêk hat û gelek welatî jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne me xemgîn kiriye. Ligel ewqas êş û wêraniyê, wendahiyên ji ber erdhejê çêbûne dihêle ku em ji her demê bêhtir bi hev re têbikoşin û di nava tevkariyê de bin.”

Di berdewamiya daxûyaniyê de hat gotin: “Li hemberî ev êşa ku hatiye jiyîn, em bang li gelên Kurdistanê û herkesî dikin ku bi gelên me yên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê re di nava tevkariyê debin.”

PAK jî di daxûyaniya xwe de dibêje; \"Erdhej li Rojhilatê Kurdistanê herî zêde li bajarê Kirmanşahê, li Başûrê Kurdistanê jî li Bajarên Helebçe û Derbendîxanê ziyana canî û madî gihand gelê me. Li Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî 330 kesan, li Başûrê Kurdistanê jî 7 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li Rojhilatê Kurdistanê ji zêdetirî 2600 kes, li Başûrê Kurdistanê jî ji zêdetirî 300 kes birîndar bûne. Xwedê hemû qurbaniyên erdhejê bi rehma xwe şad bike. Cihê wan bihuşt be. Serê malbatên qurbaniyan û yê gelê me sax be.\"

Her wiha di berdevama daxûyaniya PAK\'ê de tê gotin; \"Em bangewazî ji xêrxwazan dikin ku bi rêya dezgehên resmî û sivîl yên Başûrê Kurdistanê alîkariyên xwe bigihînin mexdûrên erdhejê yên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê.\"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1294 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:55:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x