Malîkî: Heger Referandûm ligorî destûrê be, em dipejirînin

Cîgirê Serokomarê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî piştî civîna li gel Şanda Kurdistanê ya Bexdayê, ragihand: “Pêwîstiya giştpirsiyê bi çarçoveyekî destûrî heye. Eger çarçoveya destûrê derbas bike, ev pêngav nayê qebûlkirin.”

16.08.2017, Çar - 12:26

Malîkî: Heger Referandûm ligorî destûrê be, em dipejirînin
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî di civîneke çapemeniyê de got: “Mijara giştpirsiyê yan jî her pêngavekî ku birayên kurd biavêjin, divê di çarçoveya destûrê de be. Eger çarçoveya destûrê derbas bike, ev pêngav nayê qebûlkirin.”

Nûrî Malîkî ku di heman demê de û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya Iraqê ye, diyar kir: “Pêngavên li derveyî destûrê werin avêtin dibe ji bo kurdan û ji bo Iraqê jî bibe pirsgirêk.”

Malîkî herwiha got: “Em naxwazin bi zimanê pirsgirêkçêker di nava xwe de bikarbînin. Hêvîdar im, ku rewş bi vî aliyê ve neçe. Eger wiha be pêwîste pêdaçûna destûrê were kirin. Destûr dikare wê mafê bide ku giştpirsî were kirin an jî biryara mafê çarenivîsê bidin.”

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1107 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:24:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x