Parlamenterên Kurdistanê bi çandina darên zeytûnê nerazîbûna xwe li dijî operasyona Efrînê nîşan dan

Parlamenterên Kurdistanê bi çandina darên zeytûnê nerazîbûna xwe li hember êrişên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê nîşan dan.

06.02.2018, Sal - 14:41

Parlamenterên Kurdistanê bi çandina darên zeytûnê nerazîbûna xwe li dijî operasyona Efrînê nîşan dan
Nuçe Belav bike

Ev 18 roj in artêşa Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dike. Heta niha bi dehan sivîl hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne. Artêşa Tirkiyê navê operasyona Efrînê jî daniye “çiqla zeytûnê!”

Komek parlamenterên Kurdistanê îro bi çandina darên zeytûnê nerazîbûna xwe li hember operasyona “çiqla zeytûnê” ya artêşa Tirkiyê li dijî Efrînê nîşan dan.

Serokê firaksyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê Omêd Xoşnav li ser rûpela xwe ya facebookê gotiye, “Me li hember operasyona çiqla zeytûnê 4 darên zeytûnê wek sembola berxwedana Efrînê çand. Silav li berxwedana Efrînê û gelê me…”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1240 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:53:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x