PWK: Em bawer dikin ku hevdîtina şanda Êzdîyan ya li gel Rêzdar Serok Mesûd Barzanî dê roleke dîrokî bilihîze!

Şandeke kurdên Êzdî bi serperiştiya Mîrê Êzdîyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û nûnerên Civata Ruhanî ya Êzdîyan, roja 01.09.2024ê seredana Rêzdar Serok Mesûd Barzanî kirin.

02.09.2024, Pts - 14:22

PWK: Em bawer dikin ku hevdîtina şanda Êzdîyan ya li gel Rêzdar Serok Mesûd Barzanî dê roleke dîrokî bilihîze!
Nuçe Belav bike

Şandeke kurdên Êzdî bi serperiştiya Mîrê Êzdîyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û nûnerên Civata Ruhanî ya Êzdîyan, roja 01.09.2024ê seredana Rêzdar Serok Mesûd Barzanî kirin û çend daxwaziyên êzdîyan gîhandin cenabê wî.

Di demeke ku hinek kes û alîyên xêrnexwaz dixwazin peywendîyên kurdên misilman û kurdên êzidî têk bidin de, pêkhatina vê hevdîtinê gelekî girîng e.

Kurdistan ji kîjan nîjad û etnîsîte, dîn û mezhebê be, welatê hemû kurd û kurdistanîyan e.

Li ser esasê wekhevî, edalet, azadî, hevrêzî û demokrasîyê, parastin û pêkanîna pêkvejîyana hemû pêkhateyên etnîkî, dînî, mezhebî û civakî, divê wazîfeya sereke ya hemû kurd û kurdistanîyekî welatperwer be.

Bi vê hişmendî û nêrînê, em hêvî û bawer dikin ku hevdîtina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî ya li gel şanda êzdîyan, di çareserkirin û pêçandina pirsgirêk û birînên kurdên êzdî de û di parastin û geş kirina kultura pêkvejînê de dê roleke dîrokî bilihîze.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 402 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:55:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x