Wezareta Şaredariyan zêdetir ji 4.6 milyar dînar ji bo projeyên Silêmaniyê xerc dike

Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê razemendî li ser xerckirina zêdetir ji 4 milyar û 644 milyon dînar ji bo projeyên xizmetguzariyê li Silêmaniyê da.

29.05.2023, Pts - 11:08

Wezareta Şaredariyan zêdetir ji 4.6 milyar dînar ji bo projeyên Silêmaniyê xerc dike
Nuçe Belav bike

Li gor fermaneke Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê, razemendî hatiye dayîna ku 4 milyar û 644 milyon û 637 hezar 500 dînar û bi rêjeya %100 ji dahata firotina zeviyên şaredariyê di nav şaredariya Silêmaniyê de bên xerckirin, ji bo cibicîkirina 14 projeyên xizmetguzariyê yên curbicur li Silêmaniyê.

Projeyên ku dê bêne cibicîkirin, vekirina rêyan, çêkirin û dirêjkirina torên kanalîzasyonê, qîrkirina rêyan, peydakirina qîr û sotemenî ji bo kargeha qîr a Tancero, ligel çend warên din ên xizmetguzariyê li Silêmaniyê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 186 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:36:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x