Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ew naxwazin Îran bi ti awayî bibe xwediyê çekên nukleer û diyar kir ku bi Îranê re peymaneke nû ya nukleer gengaz e.
Trump di hevpeyvîneke xwe ya bi "Fox News"ê re derbarê Îranê nirxandin kirin.
Donald Trump daxuyand ku bi dîtina wî eger şertên wê baş bên gotûbêjkirin bi Îranê re peymaneke nû ya nukleer mumkin e.
Trump diyar kir ku Îran li Rojhilata Navîn "çalakiyên bizerer" dike û got ew dê rê li ber van kiryaran bigirin û dê ji bo vê yekê her tiştê pêwîst bikin.
Serokê Amerîkayê li ser pirsekê got ku Îran dê ti carî nebe xwediyê çekên nukleer.
Li gorî Trump, eger di hilbijartinên 2020î de ew bi ser biketa mumkin bû ku di nava hefteyekê de bi Îranê peymaneke nukleerî bihata îmzekirin û Îran ji çekên nukleer bihata dûrxistin lê birêvebiriya Biden ev kar baş îdare nekiriye.
“Îran nikare bibe xwediyê çekên nukleer”
Trump got, "Ez dixwazim Îran bibe xwediyê welatekî newaze” û berdewam kir:
“Şiyanên wan ên mezin hene û gelê wan jî newaze ye.
Tiştê ku ez derbarê Îranê dibêjim tenê ev e ku ew nikare bibe xwediyê çekên nukleer."
Trump da zanîn ku eger peymaneke baş were amadekirin rê hene ku mirov piştrast bibe Îran nabe xwediyê çekên nukleer.
Trump bal kişand ser wê yekê ku eger şertên peymanê baş bên gotûbêjkirin ew dikarin deriyê peymana nû ya nukleerî ya bi Îranê re vekin.
Li gorî Trump dibe ku ji bo vê yekê hewcedariya wan bi "10 caran pişrastkirinê" hebe.
Trump eşkere kir ku eger Îran bibe xwediyê çekên nukleer wê demê dê gelek welatên din jî vê yekê bixwazin û ev dê bibe "felaket".
Donald Trump bal kişand ser vê xalê ku ew bi ti awayî naxwazin Îran bibe xwediyê çekên nukleer.