9 kesan li Almanyayê zarokekî Kurd kuşt: Cenazeyê wî vegeriya welêt

Dara Dildarê 15 salî li Almanyayê ji aliyê grûpeke çeteyan ve hatiye kuştin ku ji 9 kesan pêk te.

15.03.2024, Cum - 11:39

9 kesan li Almanyayê zarokekî Kurd kuşt: Cenazeyê wî vegeriya welêt
Nuçe Belav bike

Dara bi hêviya jiyaneke baştir berê xwe dabû Almanyayê lê termê wî bi ser malbata wî de vegeriya û li Dihokê hat veşartin.

Mihemed Pîrusiyê Bapîrê Dara got, “Darayê me çû, mala we ava ku hûn bûn şirîkên xema me.”

Dildar Mihemedê bavê Dara da zanîn ku grûpeke çeteyan kurê wî kuştiye û polîsên Almanyayê jî ew neparastiye.

Dildar Mihemed hem giliyê çeteyan kiriye hem jî yê polîsan.

“Min beriya her kesî giliyê polîsan kiriye”

Bavê dilbixem bal kişand ser sersariya polîsan û wiha axivî:

“Çend heval in, li kolanê peyaseyê dikin. Yek ji wan kîsikekî dide destê Dara û dibêje bide hevalên min ê li filan deverê.

Beriya ku bigihe wê deverê polîs wî digirin.

Ji ber nayê tesbîtkirin ku ew tişt ên Dara ne ew tê berdan lê beriya ku were berdan dibêjê bê ma kîsik ê kê ye û dibe kû derê.

Paşê derdikeve holê ku tiştekî qedexe tê de ye.

Divabû piştî ku kurê min navên wan eşkere kirin hikûmetê ew biparasta, ji ber vê jî min beriya her kesî giliyê polîsan kiriye.”

Li hêla din, heta niha 3 gumanbar hatine desteserkirin û polîs li 6 gumanbarên din digerin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 535 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:11:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x