Di lidarxistina hilbijartinên Fînlandê de Kurd beşdar bûn

Li welatê bakurê Ewropayê Fînlandê hilbijartinên parlamentoyê hatin kirin ku 3 Kurd jî berbijêr bûn.

03.04.2023, Pts - 09:07

Di lidarxistina hilbijartinên Fînlandê de Kurd beşdar bûn
Nuçe Belav bike

Ciwanekî ji Rojhilatê Kurdistanê, ew berpirsê binkeya dengdanê ye, tîmeke ji 12 kesan pêk tê damezrand da ku proseya hilbijartinan bi ser keve.

Welat, balkêşiya herî eşkere ya van hilbijartinan dide diyarkirin, forma dengdanê bê nav û tenê bi hejmarekê ye. Hejmara kesê ku berbijêr kiriye tê dagirtin û ew deng ji bo partiya berbijêr jî têne hesibandin.

Berpirsê binkeyeke dengdanê li Helsînkî Welat Nehrî anî ziman, “Di roja hilbijartinê de her kes tenê hejmarekê di lîstê de hildibijêre û li ser kaxizê destnîşan dike.”

Ew ne tenê Kurd e ku li wê navendê ye. Mujgan Behmenpûr ji Sineyê ye û bo cara yekem e di hilbijartinên welatê xwe yê duyem de kar dike.

Karmenda binkeyeke dengdanê li Helsînkî Mujgan Behmenpûr got, “Ez li vir alîkariya wan kesên hatine dengên xwe bidin dikim.”

Şeyda Sohrabî yek ji sê berbijêrên jin ên Kurd ên Parlamentoya Fînlandê ye. Piştî dengdanê, xwe bi çavên tijî rondik û hestên germ li hêviya ragihandina encamên hilbijartinan. Bi gihîştina vê qonaxa jiyana xwe, ew hilbijartina xwe vedigerîne dê û bavê xwe û malbata xwe.

Berbijêra Partiya Hevpeymaniya Nîştimanî (KOKOOMUS) anî ziman, “Tiştekî gelekî girîng bû ji bo min, ji bo dayik û bavê min. Ev tenê ne ji bo min e, ne ji bo Fînland e, ji bo Kurdan e jî. Ji ber ku min ji Fînlandiyan re gotiye ku dilê min Fînlendî ye lê xwîna min Kurd e.”

Bi gotina wî akademîsyenê Kurd-Fînlandî, yek ji berbijêrên Kurd ên vî welatî şans heye ku di parlamentoyê de cih bigire.

Akademîsyen û pisporê Fînlandê Mecîd Heqî got, “Şeyda Sohrabî dibe ku şansa herî zêde hebe, ji ber ku di nav Fînlandiyan de gelekî hatiye naskirin.”

Zêdetirî ji sedî 40ê dengderên ku mafê wan ê dengdanê hene, pêşwext dengên xwe dane û li benda sindoqên dengdanê ne ku biryarê bidin ka dê hikûmeta dahatû ya wî welatî çawa were avakirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:03:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x