Rojnamegerên ku kuştina Jîna Emîniyê ragihandibûn hatin berdan

Du rojnamegerên ku ji ber dosyeya Jîna Emînî 17 mehan di girtîgehê de man, ji aliyê Dadgeha Tehranê ve bi kefalet hatin berdan.

15.01.2024, Pts - 06:10

Rojnamegerên ku kuştina Jîna Emîniyê ragihandibûn hatin berdan
Nuçe Belav bike

Dadgeha Îstînafê ya Tehranê doh biryar da ku rojnameger Nîlufer Hamidî û Êlahe Mihemedî ku her yek ji wan bi 10 milyar tumenên Îranê (nêzîkî 200 hezar dolarên Amerîkî) heta ku dadgeh biryara dawî li ser bide bi kefalet bên berdan.

Keça Kurd a ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî meha Îlona 2022yan li Tehranê bi tohmeta “xwe bi başî nexumandiye” hatibû desteserkirin û piştre bi şkenceya polîsan canê xwe ji dest dabû.

Rojnamegera rojnameya Şerqê Nîlufer Hamidî û nûçegihana rojnameya Hem Mîhenî ya Îranê Êlahe Mihemedî sala 2022yan ji ber ku desteserkirin û kuştina Jîna Emîniyê û xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ragihandiye, hatibûn girtin.

Êlahe Mihemediyê bi tohmeta alîkariya Amerîkayê, tawana li dijî ewlehiya welat û xebata li dijî ewlehiya neteweyî ya Îranê ji aliyê Dadgeha Tawanan a Tehranê ve 12 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Dadgehê herwiha bi heman tohmetan 13 sal cezayê girtîgehê li Nîlufer Hamidiyê birî.

Medyaya Îranê ragihand ku çûyîna derveyî Îranê li wan rojnamegeran hat qedexekirin û ew bi dayîna kefaleta 10 milyar tumenên Îranî hatin berdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 237 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:04:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x