Amarên deh mehan ên hatina geştyaran bo Hewlêrê hat belavkirin
Îsal nêzîkî du milyon û pênc sed hezar geştyaran serdana Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kirine.

Îsal nêzîkî du milyon û pênc sed hezar geştyaran serdana Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kirine, ku ji wan rêjeyeke berçav geştyarên biyanî ne.
Roja Duşemê 14ê Mijdara 2022yan, Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Hewlêrê ragihand, di nava deh mehên borî yên îsal de, 2 milyon û 468 hezar û 138 geştyaran serdana parêzgeha Hewlêrê kirine.
Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Hewlêrê, di nava wê hejmarê de 445 hezar û 85 kes, geştyarên biyanî ne.
Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Hewlêrê herwiha destnîşan kir, ev amar di navbera 1/1/2022yan heta 31/10/2022yan de hatiye tomarkirin û tê pêşbînîkirin heta dawiya îsal, rêjeya geştyaran zêdetir bilind bibe.
Nûvekirina herî dawî: 20:24:37