Artêşa azad ya Sûriyê: Me du gund ji destê YPGê derxistin

Hat zanîn ku çekdarên opozîsyona Sûriyê (ku wek artêşa azad ya Sûriyê jî tê nasîn) bi alîkariya artêşa Tirkiyê 2 gundên bajarê Babê yê Sûriyê ji destê hêzên Sûriya Demokratîk derxistine.

2 Adar 2017 - 04:27
2 Adar 2017 - 04:27
 0
Artêşa azad ya Sûriyê: Me du gund ji destê YPGê derxistin

Fermandeyekî çekdarên opozîsyona Sûriyê bi navê Mihemed Xetîb ji ajansa Anadolu re gotiye, hêzên wan gundên Til Teweyran û Qeret, ku gundên bajarê Babê ne, ji destê YPGê derxistine.

Wî fermandeyê çekdarên opozîsyonê her wiha gotiye ku çekdarên DAIŞê li rojhilatê Babê derketine û cihê xwe dane hêzên rêjîma Sûriyê!

Ev nûçe bi tevahî 1688 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:58:50