Li Konyayê 260 kes hatin binçavkirin.

Hezar polîs û tîmên taybet ên Midûriyeta Ewlehî yên bajêr li Konyayê bi ser du taxên ku zêdetir biyanî lê diman girtin. Di opersyonê de 260 kes hatin binçavkirin.

2 Adar 2017 - 04:26
2 Adar 2017 - 04:26
 0
Li Konyayê  260 kes hatin binçavkirin.

Tîmên ewlehî yên Midûriyeta Bajarê Konyayê bi ser taxên Şukran û Abdulaziz a navçeya navendî ya Meramê de ku zêdetir afgan û sûriyeyî lê diman de girtin.

Polês û tîmên taybet hemû kolanên herdu taxên Şukran û Abdulazizê girtin, hem jêpirsîn û hem jî lêgerîn kirin. Di lêgerînan de 260 kesên ku destûra wan a rûniştinê tune, yên ku tevlî sûcan bibûn û hinek kesên ku nasnameya xwe îbraz nekirin bi tevahî ku afgan û Sûriyeyê jî di nav de hatin binçavkirin.

Di lêgerînê de 5 motorsikletê diziye û 9 kesên ku firar bûn jî hatin desteserkirin. Herwiha di lêgerîna ser wan de gelek kêr, demançe û amûrên sûcî hatin girtin û di çarçoveya operasyonê de jî ji 20 wesayîtan re ceza hat birîn.
Hêzên ewlehî gumanbar bi otobusan birin Midûriyeta Şaxa Biyaniyan.

Ev nûçe bi tevahî 1701 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:29:58