Bafel Talebanî pîrozbahî li PDKê kir

Serok Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir.

16 Tebax 2022 - 11:00
16 Tebax 2022 - 11:00
 0
Bafel Talebanî pîrozbahî li PDKê kir

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî bi minasebeta salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peyameke pîrozbayî pêşkêşî serok, endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê kir.

Bafel Talabanî di peyama xwe de got: ‘’Hêvîdarim ev salveger bibe handanek ji bo kûrkirina rihê pêkvejiyanê û xebatek hevbeş bo xizmetkirina gelê Kurdistanê.’’

Di berdewamiyê jî de Talebanî got: “Bila diyalog û jihevtêgihiştin bibe bingehê xebata me û berjewendiyên neteweyî li pêşiya berjewendiyên hizbî bin.’’

Ev nûçe bi tevahî 724 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:52:12