Balafirên şer ên Tirkiyeyê Çiyayê Gareyê bombebaran kir

Balafirên şer ên Tirkiyeyê danê sibehê 6 cihên Çiyayê Gareyê yê Dihokê bombebaran kirin.

6 Îlon 2023 - 07:22
6 Îlon 2023 - 07:22
 0
Balafirên şer ên Tirkiyeyê Çiyayê Gareyê bombebaran kir

Welatiyê gundê Belaveyê yê Amêdiyê Fayiq Bîrkahînî ji ajansa Rûdawê re ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyeyê derdora gundê Girgaşê yê herêma Berê Gareyê û geliyê Şêraneyê bombebaran kirin.

Herêma Berê Gareyê û geliyê Şêraneyê dikevine nav sînorê nahyeya Dêrelûkê ya navçeya Amêdiyê.

Li gorî gotina Fayiq Bîrkahînî, heta niha jî bombebaran berdewam dike.

Fayiq Bîrkahînî destnîşan kir ku piştî bombebarana wan her du cihan, 4 cihên din ên Çiyayê Gareyê ya li derdora gundê Rezîkê hatin bombebarankirin.

Balafirên şer ên Tirkiyeyê her roj çiyayên Gare û Metînê yên navçeya Amêdiyê bombebaran dike.

Tirkiyeyê meha borî 3 caran gundê Guherzê topbaran kir.

Ev nûçe bi tevahî 1103 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:02:16