Berpirsekî YNKê: Rakan Cibûrî bi aşkerayî dijatiya kurdan dike

Cîgirê berpirsê malbenda Daqûqê yê YNKê ragehand, parêzgerê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî bi aşkerayî dijatiya kurdan dike.

6 Tîrmeh 2022 - 11:40
6 Tîrmeh 2022 - 11:40
 0
Berpirsekî YNKê: Rakan Cibûrî bi aşkerayî dijatiya kurdan dike

Cîgirê berpirsê malbenda Daqûqê yê YNKê Adil Kakeyî ji BasNewsê re ragehand, Rakan Cibûrî bi aşkera dijatiya pêkhateya kurd a li Kerkûkê dike. heftiya borî biryarek li ser bêbeş kirina karta niştecîhbûn û forma xorak a hemwelatiyan derxist ku xaniyên wan ne tapo ne, lê ew biryar derveyî yasayê ye û bi aşkera ew bixwe dijatiya kurdan dike.

Herwaha diyar kir, bi sedan malên ereb ên koçber hene li derveyî Kerkûkê dijîn, lê forma wan a xorak li Kerkûkê ye. Ji ber wê ‘’Tişta ku Rakan Cibûrî dike, em hemû dizanin dijatiya kurdan e, bêguman rêya çareseriyê ya herî baş ew e vê carê biryarekî wisa derxist, hemû kurd bi yekdeng bi ser wî de biçin.’’

Adil Kakeyî diyar kir, li gor hemû wan helbijartinên ku li Kerkûkê hatine kirin, rêjeya kurdan ji ereb û tirkmenan zêdetir e. Lê wê dema dirêj a ku kurd li Kerkûkê desthilatbûn û hêzên Pêşmerge lêbûn, rewşa Kerkûkê parastîtir bû, lê berevajî wê naha rewşa Kerkûkê gelek aloz e.

Ev nûçe bi tevahî 577 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:37:30