Bi boneya serkeftina Kongreya 14emîn a PDKê Mesrûr Barzanî çendîn peyamên pîrozbahiyê wergirtin

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî çendîn peyamên pîrozbahiyê wergirtin ku tê de hêviya serkeftinê jê re û ji PDKê re hat xwestin.

8 Mijdar 2022 - 04:46
8 Mijdar 2022 - 04:46
 0
Bi boneya serkeftina Kongreya 14emîn a PDKê Mesrûr Barzanî çendîn peyamên pîrozbahiyê wergirtin

Bi boneya serkeftina Kongreya 14emîn a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî çendîn peyamên pîrozbahiyê pêşkêşî wî hatin kirin û tê de hêviya serkeftinê jê re û ji PDKê re hat xwestin.

Çend ji peyamên pîrozbahiyê ev in:

Peyama pîrozbahiyê ya Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behaedîn.

Peyama pîrozbahiyê ya Balyozê Rûsya yê li Iraqê Ilbrus Kutrashiv.

Peyama pîrozbahiyê ya Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraqê Umer Berzincî.

Peyama pîrozbahiyê ya Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê Xefûr Mexmûrî.

Peyama pîrozbahiyê ya Sekreterê Giştî yê Partiya Karkerên û Rencderên Kurdistanê Bapîr Kamela.

Peyama pîrozbahiyê ya Serokê Enstîtuya Ferhengî ya Kurdistanê-Tehran Behram Weledbegî.

Peyama pîrozbahiyê ya Sekreterê Şepêla Pêşerojê ya Kurd li Sûriyê Fadî Merî.

Peyama pîrozbahiyê ya Şêx Feysel Harûş El-Cerba.

Roja 3ê Mijdara 2022an, 14emîn Kongreya PDKê li bajarê Duhokê bi beşdariya zêdetir ji 1000 endamî dest pê kir û roja 6ê Mijdarê jî bi merasîmekê ku tê de encamên hilbijartina endamên Komîta Navendî hatin ragihandin û gotarekê ji aliyê Serok Barzanî ve bi dawî bû.

Di roja yekem a kongreyê de bi yekdengiya endamên kongreyê, Serok Mesûd Barzanî wek Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin.

Herwiha her yek ji Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, ji aliyê endamên Kongreya 14emîn a PDKê ve wek cîgirên Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatin hilbijartin.

Ev nûçe bi tevahî 354 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:33:25