Çareseriya herî baş vekişîna ji Bexdayê ye

Cîgirê serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Cafer Emînkî piştî pesendkirina budçeya 2018an a Iraqê ku fraksîyonên kurd boykot kiribûn got, çareseriya herî baş vekişandina kurdan a ji proseya siyasî ya Iraqê ye.

4 Adar 2018 - 05:31
4 Adar 2018 - 05:31
 0
Çareseriya herî baş vekişîna ji Bexdayê ye

Cîgirê serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Cafer Emînkî da xuyakirin, êdî dema wê yekê hatiye ku, kurd biyara yekalîkirina xwe bidin, ji ber ku danûstandin û hilbijartin û ti tiştekî din li Iraqê nemaye.

Cafer Emînkî ji K24ê re ragihand ku baştirîn çareserî ji bo pirsgirêka kurdan a li Iraqê niha vekişandina kurdan ji proseya siyasî ya Iraqê ye.

Ev nûçe bi tevahî 1551 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:35:23