Roja civandina kongreya YNKê tê ragihandin

Hat ragihandin ku endama Polîtburoya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistan3e (YNK) Hêro Îbrahîm Ehmed roja lidarketina kongreya 4emîn a YNKê diyar kiriye.

4 Adar 2018 - 04:20
4 Adar 2018 - 04:20
 0
Roja civandina kongreya YNKê tê ragihandin

Li gor daxuyaniya Cîgirê Sekreterê Encumena navendî ya YNKê, Zubêr Osman a li ser rûpela facebookê, hevjîna Mam Celal, Hêro Îbrahîm Ehmed û Sekreterê Encumena Navendî ya YNKê Adil Murad doh 3yê Adarê li mala Mam Celal hevdîtinek kirin.

Zubêr Osman da zanîn, Hêro Îbrahîm Ehmed û Adil Murad biryar dane roja 5 vê mehê (sibê) jî hevdîtinê bikin û encamên civînê ji raya giştî re ragihînin.

Rayedarê YNKê diyar kir, di civîna Hêro û Adil Murad de roja lidarketina çaremîn kongireya YNKê hatiye destnîşankirin û dê sibê ji were ragihandin ku tê çaverêkirin beriya hilbijartinê Iraqê yên 12ê Gulanê be.

Ev nûçe bi tevahî 1028 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:34:03