Çawişê pispor ê di şer de birîndar bibû mir

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku çawişê pisporê piyade Alpay Aras ku li herêma li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê de birîndar bibû, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

22 Hezîran 2023 - 08:00
22 Hezîran 2023 - 08:00
 0
Çawişê pispor ê di şer de birîndar bibû mir

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku 15ê Hezîrana 2023yan çawişê pispor ê bi navê Alpay Aras di pevçûneke ligel gerîlayan PKKê de birîndar bûye.

Alpay Aras li Nexweşxaneya GATA ya Enqerê dihat dermankirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê Alpay Aras tevî hemû midexaleyan li GATAyê canê xwe ji dest da.

Ev nûçe bi tevahî 538 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:22:00