Çekdarên koma Sultan Murad li Efrînê jinek û keça wê revandin

Jinek û keça hat revandin.

13 Gulan 2022 - 07:49
13 Gulan 2022 - 07:49
 0
Çekdarên koma Sultan Murad li Efrînê jinek û keça wê revandin

Çekdarên koma Sultan Murad a ser bi Tirkiyê ve, li gundê Dêr Siwanê ya ser bi bajarokê Şera ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, jinek û keça wê revandin.

Çalakvanên xwecihî diyar kir, roja 12ê Gulanê li gundê Dêr Siwanê ya ser bi bajarokê Şera yê Efrîna, çekdarên koma Sultan Murad bi hinceta ku wan bibin Tirkiyê, jinek û keça wê ku ji bajarê Şamê koçber bûne revandin û daxwaza fidyeyê kirin.

Herwiha hat ragihandin, hevdem ewlekariya siyasî ya ser bi komên çekdar, welatiyekî Kurd ê xelkê Efrînê beramberî 3500 lîreyên Tirkî berda ku di 7ê Gulanê de bi hinceta pêwendiya wan li gel hêzên Kurdî hatibû girtin.

Ev nûçe bi tevahî 666 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:01:34